Macron ji bo Kurdistanê bang li Bexdayê kir
Macron li Bruksela paytexta Belçîkayê piştî civîna li gel serok û Berpirsên 27 welatên Ewropayê civîneke çapemeniyê lidar xist. Macron di derbarê kiryarên hikûmeta navendî ya Iraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê de axivî.
Serokkomarê Fransayê ragihand ku divê Bexda qedexeya li ser balafirgehên Kurdistanê rake û herwiha diyar kir ku divê para Herêma Kurdistanê a di bûdçeyê de jî were dayîn.
Basnews
