• Wednesday, 18 February 2026
logo

Artêşa Sûryê derbasî Til Rif'et jî bû

Gulan Media February 24, 2018 Nûçe
Artêşa Sûryê derbasî Til Rif'et jî bû
Riwangeha Sûrî ya Mafên Mirovan û hin jêderên ser bi Hikşmeta Sûryê ve ragihandin, ku piştî encamdana rêketinekê di navbera hêzên Hikûmet û YPGê de, hêzên Hikûmeta Sûryê derbasî devera Til Rif'et bûn, ku 35Km dûrî bakurê Helebê ye û ala Sûryê li ser tevahiya avahiyên Hikûmî li wê deverê hat bilindkirin.

Li gorî hin jêderên din jî, hêzên Hikûmetê derbasî taxên Bistan Paşa, Şêx Meqsûd, Hulluk û Benî zêd yên Helebê bûne, lê peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Hesekê ji Kurdistan24ê axivî û ev nûçe red kir.

Li ser heman mijarê, ajansa Sputnik a Rûsî belav kiriye, "hêzên YPGê, di çarçoveya rêketinekê de, bajarê Til Rif'et radestî artêşa Sûrî kirin".

Di Sibata 2016an de, Hêzên Sûrya Demokrat, karîn devera Til Rif'et ji destê ketîbeyên opozisyona Sûryê derxînin.
Top