• Wednesday, 18 February 2026
logo

Şandek Pentagonê li gel wezareta Pêşmerge civiya

Gulan Media February 24, 2018 Nûçe
Şandek Pentagonê li gel wezareta Pêşmerge civiya
Duh li Hewlêrê wezîrê karûbarên Pêşmerge biwekalet Kerîm Şingalî li gel alîkarê wezîrê bergiriya Amerîka Robert Karim û şanda pêre civiya.

Di wê civînê de behsa pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de bi giştî û pêwendiyên hêzên Amerîkî li gel hêzên Pêşmerge bi taybetî hat kirin.

Ji aliyê xwe ve şanda Amerîkî soza berdewamiya alîkariyên diravî û serbazî ji bo hêzên Pêşmerge da.

Wezîrê Pêşmerge biwekalet Kerîm Şingalî pesnê rola Amerîka ji bo alîkarîkirin û piştevaniya hêzên Pêşmerge da û amadebûna wezaretêa Pêşmerge ji bo hevrêziyeke bêtir li gel Amerîka da xuyakirin.

Her di wê civînê de, behsa rewşa Iraqê û pirsgirêkên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de hat kirin û alîkarê wezîrê bergiriya Amerîka eşkere kir, ku Washington li ser bizavên xwe ji bo nêzîkirina Hewlêr û Bexdayê berdewam e.

Top