• Wednesday, 18 February 2026
logo

Waşintonê di derbarê S-400an de hişyarî da Iraqê

Gulan Media February 24, 2018 Nûçe
Waşintonê di derbarê S-400an de hişyarî da Iraqê
Berdevka Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Heather Nauert got ku “eger ku Hikûmeta Iraqê moşekên S-400 bistîne wê ji bo Iraqê bedela wê hebe.”

Heather Nauert di axaftina xwe ya bi rojnamevanan re mijarê anî ser peymana muhtemel ya di navbera Iraqê û Rûsyayê de. Nauert anî ziman ku eger hikûmeta Iraqê biryara stendina moşekên S-400 bide, wê ji bo wê nebaş be. Heather Nauert destnîşan kir ku “Amerîka ji gelek welatan re gotiye ger hûn çekên Rûsî bistinîn emê di çarçoveya CATSAAyê de hin mueyîdeyan dayînin ser wan.”
Wezîrê Rûsî yê li Bexdayê Maksim Maksimov, gotibû ku em li bendê ne ku Iraq ji me daxwaziya moşekên S-400 bike.

Waar.tv
Top