• Friday, 27 February 2026
logo

Qedexeya hatûçûya geştyarî li sînorê Başmaxê hat dirêj kirin

Qedexeya hatûçûya geştyarî li sînorê Başmaxê hat dirêj kirin

Berpirsê ragehandin û peyvendiyên deriyê sînor ê navnetewî yê Başmaxê aşkera kir, îro 05.06.2021ê careke din qedexeya hatûçûna geştyaran li deriyê sînorê Başmax du heftiyên din tê dirêj kirin.

Berpirsê ragehandin û peyvendiyên deriyê sînorê navnetewî yê Başmaxê Îsmaîl Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Meha borî li ser daxwaza Îranê biryar hate dayîn ku heta roja 05.06.2021ê qedexeya hatûçûna geştyaran di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de li deriyê Başmaxê bê ragehandin, lê ji aliyê berpirsên Îranê ve em hatin agahdar kirin ku biryar careke din bo 15 rojên din divê bê dirêj kirin û heta roja 20.06.2021ê qedexeya hatûçûna geştyarî li vî sînorî bê dirêj kirin.’’

Herwaha got: ‘’Li gor biryara qedexeya hatûçûna geştyarî li deriyê sînor tenê ji bo çar rewşa rê tê dayîn ku ew jî ‘’Kesên nexwaş, xwandevan, bazirgan û xwediyê îqameyê dikarin bên û biçin.’’

Basnews

Top