Fermandarê Hêzên Sûrî: Emê li Efrînê li kêleka YPGê şerê Tirkiyê bikin
Tevî ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, hêzên ku dixwestin têkevin Efrînê bûne armanca Artêşa Tirkiyê û paşve vekişiyane, Fermandarê Hêzên Şeibî yên Sûriyê Ebû Casim Mihemed diyar kir ku "li Efrînê bi cih bûne û bi awayekî hevbeş li dijî Tirkiyê şer dikin".
Hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ku bi Hêzên Gel yan Hêzên Şeibî tên naskirin, roja sêşemê (20-02-2018) piştî rêkevtina navbera YPGê û hikûmeta Sûriyê, derbasî nava herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bûbûn.
Li gorî medyayên Rûsya û Sûriyê, duh hêzeke din a hikûmeta Sûriyê bo piştgiriya hêzên Kurdî rûbirûbûna êrişên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê gihîşte herêma Efrînê.
Ajansa fermî ya dewleta Sûriyê SANA jî ragihandibû, karwaneke din a Hêzên Şeibî roja çarşemê 21ê Sibatê piştî nîvro bi rêya Heleb û Nubulê derbasî herêma Efrînê bûne.
Herwiha îro pêncşemê beşeke din a Hêzên Şeibî yên ser bi artêşa Sûriyê gihiştin Efrînê û li Meydana Azadî pêşwazî li wan hat kirin.
Li gor axaftina çekdarên ser bi hikûmeta Sûriyê, ew hatine daku hevkariya birayên xwe yên Kurd bikin. Ew hêz xwe wek Hêzên Şeibî yên Sûriyê bi nav dikin û dibêjin ji bo piştîvanîkirina Kurdan hatine Efrînê.
Ji roja 20ê Çileya bihorî ve Artêşa Tirkiyê bi alîkariya hin grûpên çekdarî yên Dijbereya Sûriyê operasyoneke berfireh bo ser Efrînê dest pê kiriye û navê “Operasyona Çiqla Zeytûnê” lê kiriye.
Herêma Efrînê ji 367 gundan û bajarokên Bilbil, Şerra, Raco, Şiyê, Mabat, Cindirês û navenda bajarê Efrînê pêk tê.
Rudaw
