Zîqar- Îro 5 caran hewla êrîşkirina karwanê hêzên hevpeymanî hat dayîn
Îro roja pêncşemê 03.05.2021ê li sînorê parêzgeha Zîqarê li başûrê Iraqê pênc caran li ser rêya karwanê hêzên hevpeymaniya navdewletî bombeyên çandî hatin îmhakirin.
Medyaya Iraqê belav kiriye êvara îro roja pêncşemê pênc caran di maweya derbasbûnê de hewl hatiye dayîn bombeyên çandî bi otombîl û karwanekî hêzên hevpeymanîya nawdewletî ya şerê dijî DAIŞê li Iraqê bê teqandin lêbelê ew bombe hatine îmhakirin.
Cihê behsê ye zêdetir ji mehekê ye rojane karwanên hepeymaniya navdewletî rastî êrîşên milîsên Heşdî Şabî tên. Bi taybetî li başûrê Iraqê. a
Basnews
