• Wednesday, 18 February 2026
logo

Karwaneke din ên Hêzên Şeibî derbasî Efrînê dibe

Gulan Media February 23, 2018 Nûçe
Karwaneke din ên Hêzên Şeibî derbasî Efrînê dibe
Karwaneke din ji milîsên Hêzên Şeibî yên ser bi rêjîma Sûriyê bi ala Sûriyê û wêneya Serokê Sûriyê Beşar Esed derbasî herêma Efrînê bûn.

Kenala Al-Mayadeen ragihand, îro komeka din ji milîsên Hêzên Şeibî yên ser bi artêşa Sûriyê derbasî Efrînê bûn û li meydana Azadî ya bajarê Efrînê rastî pêşwaziya gel û YPGê hatin.

Cîgirê Serokê Hêzên Şeibî Îbrahîm Mektebî ku bi sereperiştiya wî ew hêz derbasî Efrînê bû ji wê kenalê re got: “Em kesine sivîl in û xwebexş in tevlî hêzên ser bi artêşa Sûriyê bûne. Em hatine rê li ber perçekirina xaka Sûriyê bigirin û hêzên me li tevahiya navçeyên sînorî belav bûne.”

Derbasbûna hêzên Sûrî bo Efrînê di çarçoveya rêkeftina navbera YPG û rêjîma Sûriyê de pêk tê. Yekemîn daneya wê hêzê roja 20ê vê mehê derbasî Efrînê bû û duh jî kawana duyem û îro karwana sêyemîn derbasî Efrînê dibin.

Ji aliyê xwe ve, îro Peyvdarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd ji ajansa “Reuters” re gotibû: “Ew daxwaz dikin artêşa Sûriyê yê fermî biçe Efrînê û bi erkê xwe ji dijminkariya Tirkiyê biparêze.”

K24
Top