Herêma Kurdistanê dikeve nav Rêkeftina Parîsê
Hersê parêzgarên Başûrê Kurdistanê bi fermi bo Konferansa Enerjiyê ya Bruksela paytexta Belçîkayê hatine vexwendin ku taybet e bi enerjiya wek ba û tavê ji dêlva elektrîkê û pêkhateyên petrol.
Di vê derbarê de Payemnêrê Rûdawê Zinar Şîno got: “Hersê parêzgarên Hewlêr, Silêmanî, Dihuk û nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê beşdarî peymana şaredar û parêzgarên cîhanê ya keşûhewa û enerjiyê li Brukselê dibin. Îro bi fermi Herêma Kurdistanê bi rêya parêzgarên xwe diçe nav Rêkeftina Parîsê ya Keş û Hewayê.”
