• Wednesday, 18 February 2026
logo

Esed ditirse artêşa xwe bişîne Efrînê

Gulan Media February 22, 2018 Nûçe
Esed ditirse artêşa xwe bişîne Efrînê
Salih Musilêm dibêje Esed nikare artêşa xwe bişîne Efrînê.

Hevserokê berê yê PYDê Salih Musilêm di daxuyaniyeke taybet de ji dezgeha setelîta Kurdistanê re diyar kir ku Tirkiye bi çek û cebelxaneyên welatên Rojavayî û bi tankên Almanî êrîşî ser Efrînê dike lê welatên Rojavayê li hember êrîşên Tirkiyeyê bêdengin.

Musilêm derbarê şandina artêşa Sûriyeyê bo Efrînê jî diyar kir ku niha serweriya Sûriyeyê di bin metirsiyê deye û Tirkiye êrîşî ser serweriya axa Sûriyeyê dike lê Beşar Esed ditirse û nikare artêşa xwe bişîne Efrînê.

Top