• Wednesday, 18 February 2026
logo

Divê Tirkiye demildest ji Efrînê vekişe

Gulan Media February 22, 2018 Nûçe
Divê Tirkiye demildest ji Efrînê vekişe
Berdevkê Polîtîkaya Derve yê Yekitiya Demokrat a Xirîstiyan (CDU) ku Angela Merkel pêşengiya wê dike, Jurgen Hardt bang li Tirkiyeyê kir ku ji Efrînê derkeve.

Jurgen Hardt di derbarê operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê axivî û bang li Tirkiyeyê kir ku vê operasyonê bidawî bîne û ji Efrînê vekişe.

Hardt wiha axivî: ‘Divê hikûmeta Tirkiyeyê vê operasyonê bilez bidawî bîne û li ser kontrola sînorê xwe rawest e. Divê Konseya Atlantîka Bakûr (NAC) jî li hemberî Tirkiyeyê vê helwestê nîşan bide.’

Artêşa Tirkiyeyê û çekdarên girêdayî wê ev zêdetirî mehekê ye bi hemû hêza xwe êrişî Efrînê dikin û di van êrişan de hejmareke zêde ya xelkê sivîl ku zarok û jin û kal û pîr jî di nav de ne canê xwe ji dest dane.

Top