• Wednesday, 18 February 2026
logo

KERKÛK – Li taxên Kurdî dibistanên Erebî tên vekirin

Gulan Media February 22, 2018 Nûçe
KERKÛK – Li taxên Kurdî dibistanên Erebî tên vekirin
Piştî 16ê Cotmehê ku Artêşa Iraqê û Heşda Şabî Kerkûk dagîr kirin, xwendine Kurdî jî ketiye ber proseya bierebkirinê û bi sedan mamoste û xwendekar koçber bûne.



Alên Kurdistanê yên li ser dibistanên Kurdî anîne xwarê, 700 mamostayên Kurd ji bo parastina jiyana xwe Kerkûk bicîh hiştine, 6 hezar xwendekar ligel malbatên xwe koçber bûne û hinek dibistan jî bûne baregahên leşkerî.



Biryar hatiye dayîn li taxên Kurdî yên Kerkûkê dibistanên Erebî bên vekirin. Welatiyên Kurd jî dibêjin ku bi vê hewldanê metirsî li ser zimanê dayîkê çêdibe û vê metirsiyê ne tenê dibistan lê kitêbxane û navendên rewşenbîrî jî li xwe girtiye.



Piştî 16ê Cotmeha 2017ê xwendevan û kiryarên kitêbên Kurdî kêm bûne. Bi baweriya nivîskar û rojnamevan Zahîr Şikur ku xwediyê mezintirîn navenda rewşenbîrî ye li Kerkûkê, Kurdan nikariye kultur û zimanê xwe bi neteweyên din bidin nasandin loma ketine jêr bandora hinek neteweyên din.



Niha hemû Kurd li benda kontrolkirin û rizgarkirina bajarê Kerkûkê ne ku ji aliyê hêzên Iraqî ve hatiye dagîrkirin. Lê tişta wek wê rizgarkirinê girîng tê dîtin, li bajêr pêkanîna şoreşeke rewşenbîrî ye.

Rudaw
Top