• Wednesday, 18 February 2026
logo

Encûmena Asayîşa Rûsyayê rewşa Efrînê gotûbêj kir

Gulan Media February 21, 2018 Nûçe
Encûmena Asayîşa Rûsyayê rewşa Efrînê gotûbêj kir
Encûmena Asayîşa Rûsyayê civiya û mijara serekî ya civînê jî rewşa Efrînê bû ku ji 20ê Çileya 2018ê ve ketiye ber êrîşên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê.



Civîn roja Sêşemê (20.02.2018) bi serokatiya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û amadebûna endamên dayîmî yên encûmenê û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hat kirin.



Herçiqas di civînê de çend pirsên navxweyî hatin gotûbêjkirin, lê rewşa bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê mijara serekî ya civînê bû, ji ber di warê siyasî û leşkerî de Rûsya li Sûriyê roleke girîng dibîne.



Di warê leşkerî de ji dawiya Îlona 2015ê ve Rûsya li Sûriyê alîkariya artêşa Beşar Esed dike û vêna jî wiha kiriye ku Artêşa Sûriyê hêzên alikariya wê dikin bikaribin navçeyeke berfireh kontrol bikin.



Nêzîka 175 leşker û şêwirmendên Rûsyayê li herêma Efrînê hebûn, lê berî operasyona Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi Opozîsyona Sûriyê (20ê Çileya 2018), Rûsyayê leşker û şêwirmendên xwe vekişandin.



Derbarê rewşa Sûriyê de ji sala 2016ê ve hevahengiyek di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de çêbûye û li Astanayê çend caran civiyane.

Rudaw
Top