Tirkiye: Pilaneke Amerîkî Tirkî heye ji bo derxistina YPG ji Minbic
Mewlûd Çawîşoglu got: "Emê komîteyekê di navbera xwe û Amerîka de pêk bînin, ji bo derxistina YPG ji Minbic û heger ew ji Minbic dernekevin, wê Tirkiyê operasyonekê li dijî wan li Minbicê jî destpê bike".
Wezîrê derve yê Tirkiyê got jî: "Rûsya giringiya operasyona me ya li Efrînê zane û dibîne ku Amerîka sedema destpêkirina wê operasyonê ye".
Berî niha jî çendîn car Tirkiyê ji Amerîka xwestibû ku hêzên xwe ji Minbic vekişîne, daku serbazên Amerîkî nekevin ber êrîşa operasyona artêşa Tirkiyê li wê deverê, lê Amerîka ew daxwaza Tirkiyê red dikir, di dema dawî de jî, Tirkiyê li ser Amerîka pêşinyar kir, ku Amerîka YPG ji Minbic derxîne û hêzeke Tirkî-Amerîkî hevbeş li wê deverê belav bikin.
K24
