• Wednesday, 18 February 2026
logo

EFRÎN – 'Êrîşên artêşa Tirkiyê zêde bûn, sivîl dibin qurbanî'

Gulan Media February 20, 2018 Nûçe
EFRÎN – 'Êrîşên artêşa Tirkiyê zêde bûn, sivîl dibin qurbanî'
Êrîşên artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê bo ser herêma Efrînê zêde bûne. Şeva Duşemê û heta sibeha Sêşemê bombebaran û topbaran a herî tund bû ji destpêka êrîşê ve.



Di roja 32yemîn a êrîşa ser Efrînê de, çend dever hatin bombebaran û topbarankirin û şer û pevçûn jî li çend deveran berdewam e.



Çavkaniyeke taybet ji bo Rûdawê da zanîn ku şeva borî navenda bajarê Efrînê û gundê Kefer Şîlê li rojavayê bajêr hatine topbaran û mûşekbarankirin.



Li gorî çavkaniyê, li devera Şêrawa, gundên Basûtê, Cilbirê, Ziyaretê, Bênê, Mêremînê û Basilê bi tundî hatine topbarankirin û di encama topbarana gundê Basûtê de keçeke 13 salî bi navê Hêvwa Kelaho jiyana xwe ji dest daye û 7 kesên din jî ji heman malbatê birîndar bûne.



Li devera Şera jî, balafirek cengî ya Tirkiyê derdora gundê Meydankê nêzîkî bendava Meydankê bombebaran kir.



Li devera Mabata jî, roja Duşemê, danê êvarê, 4 rokêtên Grad li navenda bajarokê Mabata ketin û di encamê de zerzar û ziyan gihaşt mala welatiyekî bi navê Qadir Resûl.



Her wiha çend gule top li derdora gundê Şorbe ser bi devera Mabata ve ketin.



Ji devera Cindirêsê jî, çavkaniyeke tundirustî taybet bi Rûdawê da zanîn ku piraniya deverên derdora Cindirêsê hatine topbarankirin û di encamê de hejmareke ji birîndaran gihiştiye Cindirêsê.



Çavkaniya tendirustî da zanîn ku birîndar di jêrzemînan de bi îmkanên kêm tên dermankirin û pêdewîstiyên girîng gelek kêm in.



Her ji Cindirêsê, çavkaniyekê ji Rûdawê re da zanîn ku di encama topbarankirina gundê Hikicê de du welatiyan bi navê Hesen Silêman 65 salî û Reşîd Silêman 63 salî ku bira ne jiyana xwe ji dest dane û welatiyekî bi navê Hikmet birîndar bûye.



Li devera Şiyê jî, her du gundên Anqelê û Sinarê li başûrê bajarokê Şiyê rastî bombebaranê hatine.



Ji devera Reco jî, çavkaniyeke taybet ji Rûdawê re ragihand ku Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ketine nava gundên Qude, Şediya, Sûrkê, Kumreşê, Hecîka û Etmana.



Piştî rojeke ji eşkerekirina rêkeftina derbasbûna hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ve nav herêma Efrînê, hêzên hikûmeta Tirkiyê asta topbaran û bombebarankirinê li ser tevahiya navçeyên herêma Efrînê bilind kiriye.

Rudaw
Top