20 çekdarên Heşda Şebî ji aliyê DIŞIê ve hatin kuştin
Duhî li gundê Seidûniye li devera Riyaz ya bajarokê Hewîce li başûrê Kerkûkê, komek çekdarên Heşda Şebî rastî êrişa çekdarên DIŞIê hatibûn.
Rayedarên Heşda Şebî gotibûn ku di wî şerî de 27 çekdarên wan ji aliyê DIŞIê ve hatine revandin.
Lê berdevkê Heşda Şebî li eniya bakûrê Iraq, Elî Husênî ragihandiye, îro danê sibê termê 20 çekdarên wan li gundê Seidûniye hatine dîtin.
Elî Husênî behsa 7 çekdarên din yên Heşda Şebî jî nekiriye ka çi li wan hatiye.
