• Wednesday, 18 February 2026
logo

11 kesên kurd jî di wê firokeya Îranî de can dane!

Gulan Media February 19, 2018 Nûçe
11 kesên kurd jî di wê firokeya Îranî de can dane!
Hat zanîn ku di rûdana ketina firokeya Îranî de herî kêm 11 kesên kurd jî can dane.

Duhî danê sibê firokeyeke rêwiyan ya Îranê, ku ji Tehranê diçû bajarê Yasûcê, li devera Semîrom ya Îsfehan ketibû.

Li gorî agahiyan, di wê rûdanê de tevahiya kesên ku di firokeyê de bûn û hejmara wan 66 kes bû, can dane. Heta niha parçeyên firokeyê nehatine dîtin.

Li gorî agahiyên ku medyaya civakî de hatine ragihandin, di wê firokeyê de herî kêm 11 kurd hebûne ku piraniya wan yan nojdar bûne yan jî xwendekarê nojdariyê bûne, 2 zarok jî bi wan re hebûne.

Basnews
Top