Barzanî û de Mistura li Munchen civiyan û rewşa Suriyê nirxand
Di civînê de, rewşa aloza Suriyê, pêşhatên dawiyê yên herêmî û rêya çareserkirina pirsa Suriyê bi aşitî, qonaxa nuha rewşa Suriyê tê de derbas dibe, encamên civînên navdewletiyên li ser pirsa Suriyê û vegerandina aramî û îstîqrarê ji bo gelên Suriyê, bi hemû pêkhateyan ve, hatin behis kirin.
Her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku divê hemû pirsên herêmî bi giştî û pirsa Suriyê bi taybetî, bi aşitî bên çareser kirin û mafê hemû gelên Suriyê û gelê kurd jî, weke pêkhateyeke serekî ya wî welatî, bên dabîn kirin.
Operasyona Efrînê û parastina hevwelatiyên sivî û xwedûrxistin ji tundûtûjiyê mijarên din yên civînê bûn.
Di civînê de, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdisanê û Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve amade bûn.
