HPG nasnameya 5 gerîlayan eşkere kir
Fermandariya Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 5 Gerîlayên xwe eşkere kir, ku di şerê li dijî artêşa Tirkiyê de li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) aşkere kir ku 5 Gerîla, li navçeyên Avaşîn li nav axa Herêma Kurdistanê, di navbera 10-12 vê mehê de, di şerê li dijî Tirkiyê de, di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest dane.
Nasnameya gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Ramazan Demîr nasnav Agir Bizot ji Colemêrgê, Amed Arslan nasnav Agrîn Karer ji Mûşê, Firat Ozsucu nasnav Canşêr Avaşîn ji Amedê, Kubra Kiliç nasnav Viyan Botan ji Sêrtê, Nurullah Çakir nasnav nasnav Sîpan Xelat ji Wanê.
Ji 23 meha borî û heta niha, şer û pevçûn di navbera Gerîlayên PKKê û Artêşa Tirkiyê de, li deverên Zapê, Metînê û Avaşîn berdewam in.
Li gorî amarên dawiyê ku Artêşa Tirkiyê ragihandine, di wî şerî de, heta niha 123 Gerîla jiyana xwe ji dest dane.
Li aliyê din HPGê jî dibêje, ku heta niha wan 242 serbazên Tirkiyê kuştine.
Artêşa Tirkiyê roja 23ê Nîsanê êriş û operasyoneke berifeh li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê ku dikevin nav axa Başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin.
Ji destpêka operasyon û êrişa Tirkiyê ya dawî ve jibilî Dêşîş, gundên Kêste û Çelka Krîstiyanan jî ji ber bomberan û şer vala bûne û bi kêmanî 50 malbat koçber bûne.
Êriş, topbaran, bombebaran û di navbera gerîlayê PKKê û artêşa Tirkiyê de li deverên Herêma Kurdistanê bûye sedem ku derdora 800 gund bên valakirin.
Rudaw
