• Saturday, 28 February 2026
logo

Hûrgiliyên diyaloga leşkerên Tirkiyê li gel cotkarên gundê Hirûrê

Hûrgiliyên diyaloga leşkerên Tirkiyê li gel cotkarên gundê Hirûrê

Operasyon û bombebaranên artêşa Tirkiyê li nav xaka Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê berdewam in û her ku diçe hejmara binkeyên serbazên Tirkiyê zêde dibin. Îro hejmareke leşkerên Tirkiyê daketin gundê Hirûrê yê li herêma Berwarî Bala û li gel xelkê gund axivîn û yek ji wan dibêje, leşkeran derbarê PKKê de pirsyar ji wan kirin. Ev yekem car e leşkerên Tirkiyê diçin gundekî avedan û li gel xelkê diaxivin.

Ew kesên ku leşkerên Tirkiyê li gel wan axivîne li Hirûrê, cotkar in û dema ku diçûn bo ser rez û baxên xwe leşkerên Tirkiyê hatine cem wan. Ew leşker jî di wê xala serbazî de bicih bûne ku 3 hefte ye li nêzikî gund hatiye danîn.

Lezgîn û Ebas ew cotkar in ku leşkerên Tirkiyê li gel wan axivîne û Lezgîn ji Rûdawê re ragihand, demjimêr 10.30-11.00 bû, dema ew diçûn bo ser rez û baxên xwe, serbaz çûne cem wan û got, “Hinek pirsyar ji me kirin û me jî bersiv da, gotin we ti kes dîtiye, me jî got me ti kes nedîtiye.”

Ew cotkar dibêje, leşkeran ji wan re gotine, hûn dikarin bên zevî û baxên xwe av bidin, lê nabe ew gelek ji gund dûr bikevin û herwiha ji wan re gotine nabe gerîlayên PKKê bikevin nava gund.

Cotkarê bi navê Ebas jî dibêje, wergêrek li gel leşkeran bû û diyar dike ku leşkeran ji wan re gotine, “Eger PKK neyê gund metirsî nîne.”

Li gor gotina Ebas, axaftina wan a li gel leşkeran 30 xulekan berdewam kir û hejmara wan jî nêzikî 20 leşkeran bûn.

Ev yekem car e leşkerên Tirkiyê li wê herêmê diçin gundekî ku avedan e û zêdetirî 40 mal lê dijîn. Îro jî ji ber ku bêhnvedana fermî bû, hejmareke zêde ya xelkê serdana gund û rez û baxên xwe kirin.

Cotkarên gundê Hirûrê, rojane serdana rez û baxên xwe dikin bo ku av bidin. Bi gotina Lezgîn, leşkerên Tirk ji wan re gotine, “heta cihê avî hûn dikarin biçin, lê nabe biçin derdora gund û metirsîdar e.”

Artêşa Tirkiyê roja 23ê Nîsana borî bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê operasyoneke berfireh li nav sînorên Başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin.

Heta niha ji ber bombebaranên Tirkiyê 3 gund vala bûne û her ku diçe metirsiya li ser gundên avedankirî ji ber operasyon û bombebaranên Tirkiyê zêdetir dibe.

Rudaw

Top