Li Dêrsimê li dijî perwerdehiya olî nerazîbûn berdewam e
Serokê Şaxa Dêrsim ya Sendîkaya Perwerdehiyê (EGITIM-SEN) Huseyîn Kansun derbarê rapirsiya Rêveberiya Perwerdê ya parêzgeha Dêrsimê ku li ser malpera xwe belav kiribû, daxuyaniyek çapemeniyê li dar xist û nerazîbûn nîşanda.
Li bajarokê Perî ser bi Mezgîrt ya parêzgeha Dêrsima Bakurê Kurdistanê bi armanca vekirina dibistana Îmam Xetîb(meletî) rapirsiyek ji aliyê Rêveberiya Perwerdehiyê ya Dêrsimê hat belavkirin.
Serokê Sendîkaya Perwerdê Huseyîn Kansun diyar kir ku ev binbêkirina rêgeza Destûra Bingehîn e û got “Li parêzgeheke ku perwerdehiya bi zanistî û laîk tê meşandin, bi dibistanên meletiyê dixwazin perwerdehiyeke fikir-tund ava bikin ev jî nayê qebul kirin.”
Huseyîn Kansun bal kişand ser rêgeza Destûra Bingehîn ya Laîkbûnê û got “Ligel ku di Destûra Bingehîn de gelek zelal hatiye diyar kirin lê herdem tê xwestin ku zarokên ji olên cuda jî neçar bimînin perwerdehiya ola Îslamî bibînin û bi vê armancê dibistanên Îmam Xetîb tên vekirin. Desthilatdar bi vê yekê raste rast xala 2eyemîn ya Destûra Bingehîn binpê dike û rêgeza laîkbûnê tûne di hesibîne.”
Kansun diyar kir ligel ku tu daxwaz ji malbatan nehatiye û piraniya gelê heremê Elewî ne. Rêveberiya Perwerdê ya parêzgeha Dêrsimê ketiye nav hewldanê û ji malbatan re rapirsî şandiyê û dibêje “Li parêzgeha Dêrsimê di sala 2018an dibistana Îmam Xetib hat vekirin û ligel ku alîkariya madî ji xwendekaran re tê dayîn jî tenê 18 xwendekar li dibistanê perwerde dibînin. Ev jî dide diyar kirin ku pêwîstiya gelê Dêrsimê ji dibistanên bi vî awayî tune ye.”
Herwiha hat gotin ku di rapirsiyê de ji malbatan hatiye pirskirin ku “eger dibistana îmam xetîb vebe, hunê zarokên xwe bişînin”, û “eger dibistan bên vekirin hûnê alîkar bibin?”
Rudaw
