• Saturday, 28 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê: Dermaleya ti kesî nayê qutkirin, tenê tê rêkxistin

Hikûmeta Kurdistanê: Dermaleya ti kesî nayê qutkirin, tenê tê rêkxistin

Berpirsekî hikûmeta Kurdistanê ragihand, pêdaçûn bi dermale û fonên karmendan bi wateya qutkirina dermalê nayê, tenê cudahiya di navbera wezaretan de namîne.

Piştî ku hikûmeta Kurdistanê ewê dest bi rêkxistina dermale û fonên karmendan bikin, virde û wêde hat gotin ku hikûmet dixwaze dermaleyan qut bike.

Li ser vê mijarê, serokê fermangeha hemahengî û lidûvçûnê li encumena wezîran ya Kurdistanê, Ebdulhekîm Xesrew ji televîzyona K24 re gotiye, hikûmet tenê pêdaçûnê bi dermaleyan dike û dermaleya ti karmendekî nayê qutkirin. Tenê cudahî û naberaberî tê rakirin.

Ebdulhekîm Xesrew her wiha gotiye, her fermanber û karmendekî hikûmetê hêjayî dermaleya xwe, çimkî ew mafê wî/wê ye. Lê hinek dermale cêgir nînin û divê bên rêkxistin.

Wî berpirsê hikûmetê daye zanîn jî, ti karmendekî hikûmetê bê dermale namîne lê divê bi qasî şayistetiya xwe dermaleya wî/wê heye.

Li Herêma Kurdistanê, li kêleka mûçeyê bingehîn hinek fon û alîkarî jî tên dayîn ku bi giştî ji wan re dibêjin dermale.

 

Basnews

Top