Bi belge..Seroka firaksiyona Goran çû nav lîsteya Ebadî
Li gor belgeyekê bi destê BasNewsê ketiye seroka firakisyona Goran Serwa Ebdulwahid bo hilbijartinên bê li ser lîsta Nesir bi serokatiya Heyder Ebadî ya parêzgeha Bexda xwe kandîd kir.
Berî niha hatibû ragehand ku, her yek ji Ala Talebanî û Serwa Ebdulwahid xwe li ser lîsta Nesir bi serokatiya Heyder Ebadî kandîdkirine, serkirdeyekî ji dewleta yasa ku, kesek nêzîkîEbadî ye ji BasNewsê re ragehandibû ku, gelo xelkê Kurdistanê dengê xwe didin van kesan û pêşwaziyê ji kandîdkirina wan re dikin?
Nêzîkbûna Serwa Ebdulwahid ji Ebadî re piştî wê yekê hat ku, di bûyerê 16ê Cotmehê de 2017 di çendîn daxuyaniyên xwe de piştgiriya xwe ji kontirolkirina herêma Kurdistanê ji aliyê mîlîsên Heşda Şeibî û hêzên Iraqê re dûpatkiribû.
Basnews
