• Wednesday, 18 February 2026
logo

Associated Pressê: Koşka Spî bikaranîna çeka kîmyayî red dike

Gulan Media February 18, 2018 Nûçe
Associated Pressê: Koşka Spî bikaranîna çeka kîmyayî red dike
Ajansa nûçeyan a Amerîkan Associated Pressê ragihand ku rayedarekî Koşka Spî dibêje îdiayên ku Tirkiyeyê li Efrînê çeka kîmyayî bi kar aniyê "derveyî îhitmalê" dibîne.



Ajansa Fermî ya Sûriyê SANA duh îdîa kir ku Artêşa Tirkiyê di operasyona ser Efrînê de gaza bijehr bikaraniye û wêneyên birîndaran belav kir. Ajansê ku nûçeya xwe sipartiye daxwiyaniya doktorê nexweşxaneya Efrînê, da zanîn ku di operasyonê de 6 sivîl rûbirûyê gaza bijehr bûne û bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.



Ajansa nûçeyan a Amerîkan Associated Pressê ragihand ku rayedarekî Koşka Spî ku nexwest navê wî were eşkerekirin gotiye: “Em derveyî îhtimalê dibînin Tirkiyê li Efrînê çekên kimyawî bikar anibe. Em bang dikin ku li Efrînê dûrî sivîlan herin û sivîl werin parastin."



Li gor nûçeya Associated Pressê wî rayedarî diyar kiriye ku haya wan ji îdiayan heye lê ew îdia nehatine piştrastkirin.



Ajansa SANAyê îdia kiribû ku roja înêê li gundê Mezyeneya Efrînê 6 kes bi gaza jehrê ketin û tên dermankirin. Ajansê rêvebirê kurd ê nexweşxaneya Efrînê wek çavkaniya nûçeyê nîşan da.



Dîrektorê Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê Ramî Abdelrehman jî, diyar kiribû ku li navçeya Şêx Hedîd di encama operasyonên Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de 6 sivîl ji ber bêhnçikînê bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Rudaw
Top