• Wednesday, 04 February 2026
logo

HPG û artêşa Tirkiyê amarên şer belav kirin

HPG û artêşa Tirkiyê amarên şer belav kirin

HPGê ragihand ku li herêma Botan û deverên din ên dikevin nav axa Başûrê Kurdistanê 14 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin. Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî belav kiriye ku 11 gerîlayên PKKê di êrişên hêzên wan de jiyana xwe ji dest dane.

Şer û pevçûnên di navbera gerîlayên HPGê û artêşa Tirkiyê de li gelek navçeyên Bakur û Başûrê Kurdistanê berdewam in.

Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye û Wezareta Berevaniya Tirkiyê derbarê şer û pevçûnan de amar û zanyarî belav kirin.

HPG: Gerîlayan kemîn li ber leşkerên Tirk danî

HPGê di daxuyaniya xwe de zanyarî li ser şerê li devera Kela Memê ya li herêma Botana Bakurê Kurdistanê belav kirin û ragihand ku gerîlayên wan li wê herêmê kemînek li ber leşkerên Tirkiyê danî.

Li gor daxuyaniya HPGê di wê kemînê û şer û pevçûnan de  5 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Her di wê daxuyaniyê de HPGê behsa şerên li herêmên dikevin nav axa Başûrê Kurdistanê jî kir û ragihand, li devera Avaşîn û Metîna 9 leşkerên Tirkiyê ji aliyê gerîlayan ve hatine kuştin.

Herwiha HPGê ragihand ku topbaran û bomberana artêşa Tirkiyê li ser wan herêman berdewam e.

Li aliyê din Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî derbarê şer û pevçûnan de amar belav kirin û li gor wê wezaretê di encama êrişên hêzên wan de 11 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Artêşa Tirkiyê van heyamên dawîn êriş û operasyonên xwe li dijî gerîlayên PKKê li navçeyên cuda yên Bakur û Başûrê Kurdistanê zêde kirine û pevçûnên dijwar di navbera aliyan de rû didin.

Ji ber dawîn êrişên Tirkiyê 3 gund vala bûn

Artêşa Tirkiyê roja 23ê Nîsanê êriş û operasyoneke berifeh li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê ku dikevin nav axa Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin.

Ji destpêka operasyon û êrişa Tirkiyê ya dawî ve jibilî Dêşîş, gundên Kêste û Çelka Krîstiyanan jî ji ber bomberan û şer vala bûne û bi kêmanî 50 malbat koçber bûne.

Êriş, topbaran, bombebaran û di navbera gerîlayê PKKê û artêşa Tirkiyê de li deverên Herêma Kurdistanê bûye sedem ku derdora 800 gund bên valakirin.

Navenda operasyona Tirkiyê Metîna ye

Metîna ku navend û armanca sereke ya vê êrişa Tirkiyê ye, herêmeke stratejîk e ji bo PKKê û Tirkiye hewl dide bi avakirina binkeyên serbazî li wê herêmê tevgera gerîlayên PKKê ya di navbera Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê de qut bike.

Berpirsên Kurd hişyariyê didin ku artêşa Tirkiyê li gel avakirina binkeyên serbazî, di operasyonên xwe de pêş dikeve bo nav axa Başûrê Kurdistanê.

“Em dê xeta diçe Qendîlê kontrol bikin”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu berî niha li ser armanca operasyonên dawîn ragihandibû, “Herêma Metîna devereke girîng e. Weke li Sûriyê, em dê li vir jî binkeyan ava bikin û deverê kontrol bikin. Ev herêm xeta derbasbûna bo Qendîlê ye û em dê vê xetê kontrol bikin.”

Tirkiye ji bo operasyonên xwe yên li nav axa Rojava û Başûrê Kurdistanê û avakirina hejmareke zêde ya binkeyên serbazî, “parastin û dabînkirina ewlekariya sînorên xwe” wek hinceta sereke nîşan dide.

Tirkiye jibilî Bakurê Kurdistanê heyameke dirêj e li nav axa Başûrê Kurdistanê jî li dijî gerîlayên PKKê operasyonan pêk tîne û jibilî bikaranîna helîkopter, firokeyên şer, firokeyên bêfirokevan, vê dawiyê dest bi şandina zêdetir hêzên bejayî kiriye û hejmareke zêde ya binkeyên serbazî ava kirine.

“Tirkiye hewl dide herêmeke tampon ava bike”

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) a PKKê Murat Karayilan jî berî niha derbarê êrişên Tirkiyê de ragihandibû, Tirkiye dixwaze, “Şer giran bike, gerîla ji herêmê derxîne û li wan herêman bi cih bibe, herêma tampon çê bike, qada stratejîk dagir bike û bi vî rengî destkeftên gelê Kurd hemûyan bixe bin kontrola xwe.”

Fermandarê NPGê ku ev şer wek “destpêk” binav kiribûn, diyar kiribû, artêşa Tirkiyê li gel her cure teknîkê û derfetên xwe, bi “çeteyên ku ji Sûriye” anîne jî êrişî hêzên wan dike.

 

Rudaw

Top