• Wednesday, 18 February 2026
logo

Karmendekî asayişê li Kerkûkê hat kuştin

Gulan Media February 18, 2018 Nûçe
Karmendekî asayişê li Kerkûkê hat kuştin
Semîr Hesen Xerîb, karmendê asayişa Kerkûkê, ku kurê hunermend Hesen Xerîb e, li taxa Hurriye ya bajarê Kerkûkê hat şehîdkirin.

Şevê din li nêzîkî mizgefta Şafi'î, ji aliyê çend çekdarekî ve, Semîr Hesen Xerîb, hat şehîdkirin ku bi xwe jî karmendê asayişa Partî ye û kurê hunermend Hesen Xerîb e.

Li gorî jêderekî polîsê Kerkûkê, heya niha sedema kuştina wî zelal nebûye.

Piştî 16ê Cotmeha sala derbasbûyî û dagîrkirina navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistanê, ji aliyê Heşda Şeibî û hêzên Iraqî ve, teror û revandin û li wan navçeyan zêde bûne û berdewam welatî û karmendên Kurd di dezgehên emnî de, ji aliyê milîsên çekdar ve tên ermanckirin.

K24
Top