Rêbwar Babkeyî: Mûçeyê hemû Kurdistanê li ser dahata Hewlêr û Duhokê ye
Enamekî firaksiyona PDKê li parlementoya Kurdistanê dibêje, tevahiya mûçeyê karmendên Kurdistanê li ser dahata parêzgehên Hewlêr û Duhokê ye.
Parlementerê Kurdistanê û endamê firaksiyona PDKê, Rêbwar Babkeyî ji BasNewsê re got, dahat û diravê ku li deriyên sînorî yên parêzgehên Silêmanî, Helebce, deverên Germiyan û Raperînê tê komkirin, hemû derbasî xezîneya hikûmetê nayê kirin, tenê dahata parêzgehên Hewlêr û Duhokê, bê kêmasî diçe xezîneya hikûmetê.
Rêbwar Babkeyî her wiha got, bila hemû mûçexorên Kurdistanê bi taybet jî yên Silêmanî û Helebce û Raperîn û Germiyanê bizanin ku ew mûçeyê werdigirin, ji dahata parêzgehên Hewlêr û Duhokê tê dayîn, ne ji dahata deverên wan.
Wî parlementerê Kurdistanê anî ziman jî, dahata parêzgehên Silêmanî û Helebce û Raperîn û Germiyanê ji aliyê taximeka YNKê ve tê zeftkirin û teslîmî xezîneya hikûmetê nayê kirin.
Basnews
