• Wednesday, 18 February 2026
logo

Şanda herêma Kurdistanê wek serokên din ên cîhanê bi fermî ji Munchenê re hat vexwandin!

Gulan Media February 17, 2018 Nûçe
Şanda herêma Kurdistanê wek serokên din ên cîhanê bi fermî ji Munchenê re hat vexwandin!
Şand herêma Kurdistanê ya ji serokê hikûmetê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêktê, di protokola konferansa ewlehiyê ya Munchenê bi fermî hatin vexwandin û çavdêrek siyasî jî dibêje, beşdariya şandeyê bandorek rasterast dê li ser encamên konferansê bikin.

Li gor bernameya karê konferansa ewlehiya cîhanî ya Munchenê serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di asta serokên welatan de ji kongreyê re hatine vexwandin û hevdîtin û civînên wan jî dê di wê astê de bin.

Pisporê şaraza yê karûbarên navnetewî û siyaseta derve Rêbuwar Teha ji BasNewsê re ragehand, li gor yasayên navnetewî û protokola welatan, şanda herêma Kurdistanê li astan welat de beşdarî kongreyê bûne, serok û rêveberên welatan jî di wê astê de dê daxwaza hevdîtin û civînan li şanda herêma Kurdistanê bikin.

Rêbuwar Teha got, hevdîtin û civînên Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî yên li gel rêveberên welatan ‘’Dê bandorek rasterast li ser encamên konferansê bikin.’’ Herwaha nêrîna welatan jî derbarê pirsgirêkên rojhilata navîn bi giştî û bi taybetî jî derbarê Iraq û Sûriyê de dê ronî tir bibe.

Basnews
Top