• Friday, 27 February 2026
logo

HPGê nasnameya 4 gerîlayan aşkere kir: 'Bêçek bûn'

HPGê nasnameya 4 gerîlayan aşkere kir: 'Bêçek bûn'

 HPG nasnameya 4 gerîlayên ku di êrişa asmanî ya Tirkiyê de li Duhokê jiyana xwe ji dest dabûn aşkere kir. HPG diyar dike ku ew gerîlayêji tedawiyê vedigeriyan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) aşkere kir, “Şeva 20'ê Gulanê, komek ji hevrêyên me yên ji ber pirsgirêkên tenduristiyê dihate tedawîkirin û ji dermankirinê vedigeriyan, li derdora gundê Mangişkê yê Duhokê bûn hedefa êrişa hewayî ya dewleta Tirk. Di vê êrişê de 4 hevrêyên me şehîd bûn.”

HPGê dibêje, artêşa Tirkiyê, “Ji bo nixumandina têkçûna xwe ya li Avaşîn, Zap û Metînayê, bi her awayî serî li derewan dide, bi rêya vê yekê hewl dide serketineke erzan biafirîne.”

Li gor daxuyaniya HPGê, ew gerîla, “pirsgirêkên xwe yên tendirustiyê hebûn û ji tedawiyê vedigeriyan. Sivîl bûn, bêçek bûn, lê belê tevî ku bêçek bûn, bûn hedef.”

Her di wê daxuyaniya HPGê de hatiye, “Tê fêhmkirin ku di vê bûyerê de jî rola hin sîxurên xwecihî heye. Di encama îxbara namerdî ya sîxurên bi MÎTê re dixebitin, bûn hedefa êrişê. Ev sîxur bêyî astengiyekê bibînin li herêmê tevdigerin.” Herwiha hatiye diyarkirin ku “divê helwest li dijî wan (sîxur) bê nîşandan.”

Nasnameya gerîlayan;

Mehmet Emîn Alkaş bi nasnav Dilgeş Serhat ji Mûşê, Selahattîn Dede bi nasnav Zagros Glort ji Colemêrgê, Babek Ebdiselendecî ji Sine û Anter Firat bi nasnav Firat Şoreş ji Rihayê.

Gundê Dîlya ku herdu otomobîlên gerîlayên PKKê lê bûn armanca êrişa Tirkiyê, dikeve derdora 35 kîlometre bakurê parêzgeha Duhokê.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî roja Duşemê daxuyaniyek belav kiribû û ragihandibû ku di bombebarana firokeyên wan de 4 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane û vîdyoyeke dema êrişê jî belav kiribû.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê du ji wan gerîlayan pilebilind bûn lê HPG tekez dike, “Berevajî îdîayên ku dewleta Tirk dike, ti wezîfeyeke di asta herî bilind de ya van hevalên me tune bû. Ev îdîa derew e.”

Artêşa Tirkiyê roja 23ê Nîsanê êriş û operasyoneke berifeh li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê ku dikevin nav axa Başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin.

Ji destpêka operasyon û êrişa Tirkiyê ya dawî ve jibilî Dêşîş, gundên Kêste û Çelka Krîstiyanan jî ji ber bomberan û şer vala bûne û bi kêmanî 50 malbat koçber bûne.

Êriş, topbaran, bombebaran û di navbera gerîlayê PKKê û artêşa Tirkiyê de li deverên Herêma Kurdistanê bûye sedem ku derdora 800 gund bên valakirin.

 

Top