YPG: Artêşa Tirkiyê çekên kîmyayî li Efrînê bikar anî!
Li gorî medya nêzîkî YPG: "Artêşa Tirkiyê bi çekên kîmyayî êrîşî gundên devera Şiyê ya Efrînê kiriye, di encamê de şeş welatî li gundê Erendê birîndar bûne".
Endamê desteya rêveberiya nexweşxaneya Avrîn ya bajarê Efrînê Dr Xelîl Sebrî li ser wê mijarê gotiye: "Niha birîndar di bin çavdêrî û dermankirinê de ne, piştî dermankirinê, encamên lêkolînan derbarê ew madeyên ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatine bikaranîn, dê bêne belavkirin".
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov jî, ku navenda wê li Londonê ye, ragihandiye, li Efrînê gaza kîmyayî û jehrî hatiye bikaranîn û di encamê de 6 kes birîndar bûne.
Ajansa Reutersê jî daye zanîn, duhî li Efrînê gaza kîmyayî hat bikaranîn û di encamê de komek kes birîndar bûn.
Çend roj berê nûnerê NY di karûbarên Sûriyê de Staffan de Mistura jî gotibû, tê gotin ku li Efrînê çekên kîmyayî hatine bikaranîn.
Ev 29 roj in artêşa Tirkiyê bi hemû hêza xwe êrişî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dike. Heta niha bi sedan kes hatine kuştin û birîndar bûne, gelek gund û bajarok wêran bûne û bi hezaran kes jî koçber bûne.
Basnews
