• Wednesday, 18 February 2026
logo

Wezîrên derve yên YE li ser Efrînê civiyan

Gulan Media February 16, 2018 Nûçe
Wezîrên derve yên YE li ser Efrînê civiyan
Wezîrên derve yên welatên YEyê li Sofyayê civînek pêkanîn. Di vê civînê mijarên sereke rewşa Efrîn û Sûriyê bûn.

Wezîrên derve yên welatên Yekitiya Ewropayê (YE) li Sofyaya paytexta Bulgarîstanê li ser Efrînê û rewşa Sûriyê civînek encam dan.

Li gor nûçeya Deutsche Welleyê wezîrê derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel di vê civînê de li ser operasyona Efrînê ragihandiye ku divê li Sûriyê pevçûn bi dawî werin û ragihandiye ku divê YE aloziyên li Bakûrê Sûriyê rawestîne.

Wezîrê Derve yê Awistiryayê Karin Kneissel jî di vê civînê de hişyarî daye ku dibe ji ber Efrînê aloziyek di navbera Amerîka û Tirkiyê de rû bide. Kneissel diyar kir ku divê YE li ser wê bisekine ku ev kêşe li ser maseyê were çareserkirin.

Wezîrê Devre yê Luksembûrgê Jean Asselborn jî ragihand ku divê her kes li ser wê bisekine ku DAIŞ were têkbirin.

Basnews
Top