Ji ber topan jina 70 salî û mêrê 80 salî birîndar bûn
Artêşa Tirk gundê Şerqiya yê girêdayî navçeya Bilbilê topbaran kir. Di encamê de welatiyê bi navê Xelîl Ehmed Umer (80) û welatiya bi navê Zeyneb Mihemed Umer (70) birîndar bûn.
Birîndar ji bo dermankirinê rakirin noqteyên tenduristiyê. Li aliyekî din jî ziyan gihîşt malên sivîlan.
Her wiha gundê Şêxorzê, Qestelê Miqdad û derdora gundê Bekaşa yên navçeyê jî rastî topbaraneke dijwar hatin û malên sivîlan ziyaneke mezin dîtin.
