• Saturday, 28 February 2026
logo

Penaberê ji Rojhilatê Kurdistanê ku li ber ofîsa NY xwe şewitandibû canê xwe ji dest da

Penaberê ji Rojhilatê Kurdistanê ku li ber ofîsa NY xwe şewitandibû canê xwe ji dest da

Ew penaberê Rojhilatê Kurdistanê ku li pêşiya ofîsa NY a li bajarê Hewlêrê xwe şewitandibû, îşev canê xwe ji dest da.

Çavkaniyekî ji Nexweşxaneya Emercensî ya Hewlêrê ve ji Rûdawê re ragihand, “îşev derengiya şevê penaberê ji Rojhilatê Kurdistanê Behzad Mehmûdî ji ber dijwariya birînan, canê xwe ji dest da.”

Behzad Mehmûdî roja 18ê Gulanê li pêşiya ofîsa Netewên Yekbûyî li Hewlêrê agir berdabû bedena xwe û xwe şewitandibû.

Berdevkê Polîsê Hewlêrê, Hogir Ezîz nûçeya mirina penaberê ji Rojhilatê Kurdistanê ji Rûdawê re piştrast kir û ragihand: “Mixabin, ew welatiyê Rojhilatê Kurdistanê ku li pêşiya ofîsa UN agir berdabû bedena xwe, canê xwe ji dest da.”

Du penaberên siyasî yên ji Rojhilatê Kurdistanê roja Sêşemê 18ê Gulana 2021 serdana Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê kiribûn da ku alîkariya wan bikin û ji berpirsên Neteweyên Yekbûyî re gotibûn ku eger alîkarî ji wan re neyê kirin û daxwazên wan neyên cîbicîkrin ew dê xwe bişewitînin.

Piştî ku bersiveke erênî ji bo daxwazên wan herdu penebarên nehat dayîn, herdu penaberan daxuyaniyek dane rojnamevaniyê û piştre yek ji wan penaberan li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Hewlêrê li pêş çavê kamêrayan û medyayê agir berdabû bedena xwe.

Piştî bûyerê ambulanseke Ofîsa NeteweyênYekbûyî ew penaber bo nexweşxaneya emercensî ya Hewlêrê veguhestibû.

Herdu penaberên Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê kar dikirin û ji ber rewşa xirab a aborî li cihê kar diman.

Ofîsa Nûnertiya Neteweyên Yekgirtî ya Iraqê li Hewlêrê (UNAMI) têkildarî xweşewitandin penaberê ji Rojhilatê Kurdistanê li Hewlêrê daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku wê bûyerê ew gelek xemgîn kirine û ji ber bûyerê şok bûne.

Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê jî ragihandibû ku divê rêkarên yasayî li hemberî ew kes û dezgehên medyayî ku dîmenên xweşewitandina penaberê ji Rojhilatê Kurdistanê veguhestine, bê bikaranîn.

Top