• Wednesday, 18 February 2026
logo

19 sal di ser desteserkirina Ocalan re derbas dibin

Gulan Media February 15, 2018 Nûçe
19 sal di ser desteserkirina Ocalan re derbas dibin
Îro 19 sal di ser girtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re derbas dibin, ku roja 15ê Sibata 1999ê bi hewldaneke navdewletî hat desteserkirin û radestî Tirkiyê hat kirin.

Ocalan piştî Sûriye bicîh hişt, li ser daxwaza wî welatî çû Rûsyayê û piştre jî Ewropayê, lê ti welatek amade nebû wî vehewîne, dawî li Nairobiya Kenyayê hat desteserkirin.

Dadgeha Tawanên Giran a Tirkiyê destpêkê cezayê darvekirinê da Rêberê PKKê Ocalan, lê ji ber karvedanên navdewletî û tirsa têkçûna rewşa navxwe ya Tirkiyê, cezayê wî bo zîndanîkirina heta hetayê hat guhertin.

Piştî mana 19 salan li Sûriyê, sala 1998ê hikûmeta Sûriyê ji ber guşarên Tirkiyê, daxwaz ji Ocalan kir ku Sûriyê bicîh bihêle. Hincet û guşara Tirkiyê jî zêdebûna çalakiyên gerîlla bo ser Artêşa Tirk û zêdebûna çalakiyên siyasî yên PKKê li nav Tirkiyê diha nîşandan.

Ocalan li Sûriyê kampa perwerdeya siyasî û leşkerî bo endamên partiya xwe vekiribû û li kampê rojane dersên siyasî, leşkerî û fikrî dihatin dayîn. Paşê jî bo Bakurê Kurdistanê dihatin şandin.

Wê demê ligel ku nakokiyên Sûriyê ligel Tirkiyê hebûn, lê her diçû guşarên lis er jî zêde dibûn, loma daxwaz ji Ocalan kir ku wî welatî bicîh bihêle. Ocalan destpêkê çû Rûsyayê, paşê bi armanca mana li welatekî Ewropî û berdewamiya karûbarê siyasî berê xwe da Ewropayê. Lê ji ber guşarên Tirkiyê, ti welatekî Ewropî amade nebûn Ocalan vehewînin.

Derencam şeva 14ê ser bi 15ê Sibata 1999ê bi rêya firokeyeke Yûnanîstanê ji Atîneya paytexta Yûnanê ber bi Efrîqayê birêket. Ev yek jî li ser rêkeftina Ocalan û hikûmeta Yûnanîstanê bû ku demekê li balyozxaneya wê welatî ya Nairobi bimîne û paşê daxwaza mafê penaberiya siyasî ji Kenya yan jî welatên din ên Efrîqayê bike.

Evna jî di demekê de bû ku Dezgeha Sîxûrî ya Tirkiyê (MIT), bi hevkariya dezgehên sîxûrî yên Îsraîl û Amerîkayê, li welatên Ewropayê rojane çavdêriya tevgera Ocalan û hevalên wê dikir. Dema gehişt Nairobi, tîmên Dezgehên Sîxûrî yên Îsraîlê û Tirkiyê, karîn guh li gotûbêjên navbera Ocalan û hevalên wê bigirin. Ew tîmên sîxûrê plana desteserkirina Ocalan dideynin û piştre desteser dikin û dişînin Tirkiyê.

Rudaw
Top