Serokê CHPê: HDP ne hevpeymana me ye
Serokê CHPê dibêje, peywendiya wan li gel HDPê heye lê ne hevpeymana wan e.
Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu derbarê peywendiyên wan ên li gel Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) axivî.
Serokê CHPê dibêje, wan li gel HDPê hevpeymanî nekirine û diyar dike, hevpeymaniya wan li gel ÎYÎ Partî, Partiya Demokrat û Partiya Saadetê heye.
Serokê mezintirîn partiya opozisyona Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu derbarê HDPê de radigihîne, HDP partiyeke siyasî ya mezin e, xwedî pêgeh û kursî ye, fraksyoneke wê ya bihêz li parlamentoyê heye û partiyeke yasayî ye, lê desthilat û hevpeymanê wê dijatiya wê dikin û dixwazin HDPê wek dijmin binasînin.
Kiliçdaroglu dibêje, “Heta niha me hevpeymanî li gel HDPê nekiriye. Eger rêkeftineke me ya wiha hebûya, me eşkere dikir.”
Lê Serokê CHPê dibêje, “Wek du partiyên siyasî û xwedan fraksiyon li parlamentoyê, bêguman peywendiya me heye û di çendîn pirsên cuda de em hevra ne û nerînên me yên hevbeş hene.”
Ev daxuyaniya Serokê CHPê di demekê de ye ku di hilbijartinên şaredariyê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, HDPê li piraniya bajarên mezin ên wek, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Antalya, Mêrsîn û Edenê piştevaniya CHPê kir heta ku ew partî bikare wan şaredariyan bidest bixe.
Lê heta niha jî CHPê bi fermî îtîraf bi wê hevpeymaniya di navbera herdu partiyan de nekiriye.
Rudaw
