• Sunday, 01 February 2026
logo

Li Çiyayê Kurdan şerekî dijwar derket

Li Çiyayê Kurdan şerekî dijwar derket

Li Çiyayê Kurdan ê li Laziqiyê di navbera hêzên hikûmetê û grûpên çekdar de şer derket. Hevdem Hêzên hikûmetê gund û bajarokên Idlibê mûşekbaran kirin.

Hêzên hikûmeta Sûriyê 7 gund û bajarok li navçeya agirbesta Putin-Erdogan li başûrê Idlibê mûşekbaran kirin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, hêzên hikûmeta Sûriyê bajrokên Kinesferre, Fetîr, Filêfil û Bînîn li başûrê Idlibê û gundên Qilîdîn û Enkawî li Deşta Xabê ya Hemayê mûşekbaran kirin.

Li gor zanyariyan hevdem li gel wê mûşekbaranê, li çeperê Çiyayê Kurdan li bakurê Laziqiyê di navbera hêzên hikûmetê û grûpên çekdar ên opozisyonê de şer û pevçûnên dijwar derketin û heta niha derbarê ziyanên herdu aliyan de daxuyanî an zanyariyek nehatiye belavkirin.

Ev 3 sal in, hêzên hikûmetê bi piştîvaniya firokeyên Rûsyayê pêgehên grûpên çekdar li Çiyayê Kurdan li bakurê Laziqiyê bombebran dikin.

Herwiha bi berdewamî şer di navbera herdû aliyan de derdikeve, lê ji ber ku navçe zêde asê ye, hêzên hikûmetê nikarin ti pêşkeftinê bidest bixin.

Li aliyê din roja 21ê vê mehê jî, hêzên hikûmetê heman bajarok û gund li başûrê Idlibê û bakurê rojavayê Hemayê bordûman kiribûn.

Bajarê Idlibê di destê grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye ku Tirkiye piştevaniya wan dike.

Artêşa Sûriyê berî niha bo ser wî bajarî ku hejmareke zêde ya grûpên çekdar lê bicih bûne, operasyon dabû destpêkirin lê di encama rêkeftina agirbestê ya di navbera Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de ew operasyon rawestiyabû.

Lê grûpên çekdar ên li Idlibê û hêzên hikûmeta Sûriyê yên li derdora bajar berdewam pêgehên hev bombebaran dikin.

 

Rudaw

Top