• Wednesday, 18 February 2026
logo

McGurk: Em piştgiriya Kurdistaneke bihêz û yekgirtî dikin

Gulan Media February 15, 2018 Nûçe
McGurk: Em piştgiriya Kurdistaneke bihêz û yekgirtî dikin
Nûnerê Serokê Amerîkayê li Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Brett H. McGurk, di Kongreya Navdewletî ya Kuwêtê de ligel şanda Kurdistanê civiya û ragihand ku di çarçoveya Iraqê de ew piştgiriya Kurdistaneke bihêz û yekgirtî dikin.

Di twitterekê de Nûnerê Serokê Amerîkayê Brett H. McGurk wiha nivîsiye: “Ez bi civîn û hevdîtina ligel parêzgarên Hewlêr û Silêmaniyê, herwiha Wezîrê Plandanînê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Elî Sindî kêfxweş im, ku hemû wek beşek ji şanda Iraqê ya bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Ebadî li Kuwêtê ne.”

Nûnerê Serokê Amerîkayê li Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Brett H. McGurk, herwiha dibêje: “Amerîka di çarçoveya Iraqeke yekgirtî û federal de piştgiriya Herêma Kurdistaneke bihêz, serkeftî û yekgirtî dike.”

Rudaw
Top