• Wednesday, 18 February 2026
logo

Amerîkayê bersiva gotinên Erdogan da!

Gulan Media February 14, 2018 Nûçe
Amerîkayê bersiva gotinên Erdogan da!
Berdevka Wezareta Derve ya Amerikayê Heather Nauert bersiv da gotinên Erdogan yên ji bo Amerîkayê ku gotibû, ‘wan hêj şimaqa Osmaniyan nexwariye’.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerikayê Heather Nauert di civîna rojane de li ser pirsa rojnamegerekê ya di derbarê gotinên Erdogan de axivî. Nauert ev gotin weke pêkenok bi nav kir û piştî vê bersivê hat ragihandin ku hemû kesên li salonê keniyane.

Fermandarekî pilebilind yê Amerîkayê Paul E. Funk di derbarê gefên Erdogan yên li dijî Efrînê gotibû ku ew ê bersiv bidin û Serokkomarê Tirkiyê Erdogan li ser vê yekê wiha gotibû: ‘Xuya ye ku şimaqa Osmaniyan nexwarine.’

Basnews
Top