Amerîka: Operasyona Efrînê leşkerên me dixe talûkê
Dîrektorê Ajansa Îstixbarata Neteweyî ya Amerîkayê Daniel Coats di panela bi mijara "Gefên li Seranserê Cîhanê" ya ku ji aliyê Komîteya Îstixbarata Senatoyê hat kirin de axifî û got: "Tirkiye li Rojhilata navîn ji bo hêrsa Kurdan asteng bike dê li rêyan bigere û êrîşên Tirk ên li herêma bakurê rojavayê Sûriyeyê dewam dike têkoşîn li dijî DAIŞê tevlihev dike û hêzên Amreîkayê yên li qadê ne dixe nav metirsiyê."
Di axaftina xwe de Coats bal kişand ser mijara Îranê jî û got: "Îran piştgiriya ku dide terorê wê bidomîne. Hewlên wê yên li Yemen, Iraq û Sûriyê yên bi vê armancê dê berdewam bin. Îran ji bo bandora xwe zêdetir bike dê serî rêyên nû biceribîne. Têkoşîna li dijî DAIŞê dê ji xwe re bike hincet û berjewendiyên xwe yên li qada şer wek peymanên ewlehî û aboriyê bibe serî."
“Dijbereya Sûriyê êdî nikare rêveberiya Esed hilweşîne”
Herwiha li gor nûçeya Sputnîkê jî Coats ragihand êdî dijbereya Sûriyeyê ne xwedî wê hêza ku rêveberiya Beşar Esad hilweşîne ye, lê dikare heta saleke din jî şer bike.
Di rapora ku li ser malpera Komîteya Îstixbaratê ya Senatoya Amerîkayê hatiye weşandin de, derbarê mijarê de wiha hat gotin: "Serhildana 7 salan a dijbeeya Sûriyê dibe ku êdî ne xwediyê wê hezê ye rêveberiya Serokê Sûriyê Beşar Esad hilweşîne.”
Rudaw
