Blinken: Hevkariya ligel Tirkiye li ser berjewendiyên hevbeş girîng e
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bi telefonê axifîn û ji xeynî peywendiyên dualî, mijarên di rojevê de nirxandin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Blinken piştî hevdîtine li ser hesabê xwe yê medya civakî daxiyaniyek da û got "Min di wextekî baş de derfet dît ku bi Mevlut Çavuşoglu re biaxivim. Berdewambûna hevkariya ligel hevpeymanê me yê NATOyê Tirkiyê li ser berjewendiyên hevbeş gelekî girîng e. Min jî piştgiriya xwe bo danûstandinên avaker ên ligel Yunanê anî ziman. Min bal kişand ser girîngiya demokrasiyê û mafên mirov."
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerikayê Ned Price jî derbarê hevdîtinê de daxuyaniyeke nivîskî da got “Wezîr Blinken û Çavuşoglu berjewendiyên me yên hevpar li Sûriyê û Efxanistan jî di nav de, girîngiya hevkariya navbera Amerîka û Tirkiyê gotûbêj kirin.”
Price diyar kir ku Blinken gotiye dê Amerika piştgiriya xwe bo hevdîtinên navbera Tirkiyê û Yunanê jî berdewam bike. Herwiha hat ragihandin ku hefteya bê Cîgira Wezîrê Derve yê Amerikayê Wendy Sherman dê serdana Tirkiyê bike.
Wezareta Derve ya Tirkiyê jî derbarê mijarên ku di wê peywendiya telefonî de gotûbêj li ser hatine kirin daxuyaniyek nivîskî belav kir û got “Wezîrê me yê Derve Mevlut Çavuşoglu ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi telefonê axivîn. Di hevpeyvînê de ji xeynî peywendiyên du alî li ser mijarên wek civîna Filistînê ya Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, agirbesta li Xezzayê û geşedanên vê dawiyê çêbûne, Afxanistan, alîkariyên mirovî yên bo Sûriyê û geşedanên li rojhilatê Derya Sipî hatine gotûbêjkirin.”
Rudaw
