Li ser rêya Duhok-Mûsilê 3 kes di rûdana tirafîkê de mirin
Li ser rêya Duhok-Mûsilê agir bi otomobîlekê ket û 3 kesan canê xwe ji dest dan.
Şeva borî li ser rêya Duhok-Mûsilê û li nêzîkî rêbenda Bedrîkê otomobîlek wergeriya û agir pê ket.
Li gorî agahiyan, di wê rûdanê de 3 kes mirin û yek jî giran birîndar bû. Tevahiya qurbaniyên wê rûdanê ereb bûne.
Basnews
