‘Doza Kobanî’ hat paşxistin
Doza derbarê `bûyerên Kobaniyê` de bo 14ê Hezîranê hat paşxistin. Herwiha doza derbarê Sabahat Tuncel û Gultan Kişanak de jî hat paşxistin.
Di rûniştina duyemîn a Doza Kobanî de dadgehkirina 28 siyasetmedarên girtî ku di nav de rêveberên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî hene biryar hat dayîn.
22emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê di rûniştina duyemîn a Doza Kobanî ku di nav de 28 jê girtî 108 siyasetmedarên ji siyaseta Kurd tên darizandin, îro Înê biryara xwe aşkere kir.
Piştî wergirtina parastina siyasetmedaran heyata dadgehê ragihand ku di rewş û delîlên hene de ti guhertinek pêk nehatiye lewma biryar da ku rûniştina sêyem roja 14ê Hezîranê bê kirin.
Hevserokê berê yên HDPê Selahattin Demîrtaş û Figen Yuksekdag jîç di nav de 8 jê girtî 108 siyasetmedarên Kurd di çarçova wê dozê de tên dadgehîkirin.
Li aliyê din li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bo cara 11emîn hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Hevşaredara berê ya Amedê Gultan Kişanak hatin dadgehîkirin.
Herdu siyasetmedarên Kurd ku bi “endamtiya PKKê” tên tometbarkirin, di parastinên xwe de tekezî li ser wê kirin ku tometên arasteyî wan tên kirin bêbingeh in û “beşek in ji plangeriya li dijî siyasetmedarên Kurd.”
Di encama rûniştina 11emîn de jî biryara azadkirina herdu siyasetmedaran derneket û rûniştina bê jî dê 22ê Tîrmehê birêve biçe.
Rudaw
