Birîtanya daxwaza rakirina dorpêçê ji ser firîngehên Herêma Kurdistanê dike
Li gorî daxuyaniyeke wezareta derve ya Birîtanya, ku duh belav kiriye dibêje: "Dema wezîrê derve yê Birîtanya Boris Johnson, di hefteya derbasbûyî de bi riya telefonê pêwendî li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir, wî ji Ebadî xwest ku dorpêçê ji ser firîngehên Herêma Kurdistanê rake".
Derbarê kongirê avakirina Iraqê, wezîrê derve yê Birîtanya pêbendiya welatê xwe ji bo piştevaniya kerta taybet ya Iraqê ragihand.
Piştî encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê di 25ê Êlûna 2017an de, Hikûmeta Iraqê ji bo sizadana xelkê Herêma Kurdistan, geştên navdewletî li firîngehên Hewlêr û Silêmaniyê qedexe kir û tevî hemû bizavên navdewletî heya niha ew qedexe ranekiriye.
Ji bilî wê yekê jî, Hikûmeta Iraqê çend biryarên din jî ji bo sizadana xelkê Kurdistanê derxist û bi riya hêzên serbazî û bi rêketin li gel hejmarek ji serkirdeyên YNK, Kerkûk û Xurmatû û çendîn navçeyên din yên Kurdistanî dagîr kir.
K24
