Karvedanên li ser kuştina neviyê Seyîd Riza berdewam in
Di 9ê vê mehê de, neviyê nifşê sêyem ê Seyit Riza, Murat Yildiz ê 34 salî li gundê Kilmer ê ser bi Pilura Dersima Bakurê Kurdistanê ve, bi mebesta ku cihekî ji pezê re xwe re çê bike, bi otomobîla xwe çû bû zozanê gundê Xaçkirek, lê li wê deverê dibe armanca êrişeke firokeyên artêşa Tirkiyê û canê xwe ji dest dide.
Kuştina Murat Yildiz hîn nehatiye eşkerekirin û Lêkolînên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Mafên Mirov a Dêrsimê yên li ser bûyera kuştina Yildiz berdewam dikin.
Nurşat Yeşil, Hevseroka Dêrsimê ya partiya HDPê, dibêje, “Li gor lêkolînên me dema me ji gundiyan û akinciyên deverê pirsyar kiriye, gotin ev 10 roj in operasyon li navçeyê berdewam dikin. Ji ber vê operasyonê bi ti awayî rê nayê dan ku ne pez û ne jî mirov ji gund derkevin. dibêjin neçin rêvasan û kivarkan. Leşker qet destûrê nadin ku xelk ji gund derkevin. Lê Murat Yildiz destûrê distîne û rê ji bo wî tê dan ku derkeve. Ji bo ku biçe li gundê xwe jibo pezê xwe kon vede, leşker destûrê didin wî. Dema ji xala leşkerî derbas dibe jî nayê sekinandin. Ev li cem me cihê pirsê ye. Ma bi zanebûn destûr dane Murat Yildiz? destûr nehatiye dan bo ewqas mirovan û rê nedane ku ajal jî derbikevin. Çima destûr dane Murat Yildiz? divê em van bipirsin."
Komaleya Mafên mirov a Dêrsimê jî amaje bi kuştina sivîlên li deverê dide û dibêje di salên dawî de kuştina welatiyên sivîl li deverê zêde bûye.
Gurbuz Solmaz, Hevserokê Şaxa Dêrsimê ya Komelaya Mafê Mirovan, diyar dike, “Nêzîkî 40 salî ye ji ber rûbirûbûn û şerê berdewam li deverê, li Dêrsimê jî gelek welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane. Niha hinek amar di destê me de hene. Ji sala 2015an ve heta niha ku me ev komele vekirye, di ser 10 welatiyên me yên sivîl di encama operasyon û bordûmanên artêşa Tirkiyê de canê xwe ji dest dane.”
Parêzgeha Dêrsimê yek ji wan parêzgehên Bakurê Kurdistanê ye ku di 97 salên avabûna Komara Tirkiyê de gelek caran rastî jenosaîd û kuştina sivîlan bûye. Li gor amarên Rêxistinên civaka sivîl û komeleya Mafên Mirov di 6 salên dawî de 11 kesên sivîl di encama operasyonên artêşa Tirkiyê de canê xwe ji dest dane. Li gor amarên fermî di navbera salên 1937-1938an de jî 8 hezar û 605 kes hatibûn jenosaîd kirin.
Rudaw
