Nêçîrvan Barzanî îstîfaya sê wezîran pesend kir
Navên wezîrên destjikarkişandine wiha ne: Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî Mihmed Qadir Hawdiyanî, Wezîrê Herêm û Karûbarê Parlamentoyê û Wezîrê Veguhestin û Gihandinê bo Wekalet Mewlud Bavemurad û Wezîrê Herêmê bo Karûbarê Koç û Koçberan Xazî Seîd.
Roja 16ê Çileya 2018ê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê bi hinceta ku hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwazên wê bicîh neanine, ji hikûmetê vekişiya bû.
Piştî wê biryarê, wezîrên ser bi Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê îstifaya xwe pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribûn.
Rudaw
