• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hikûmeta Îraqê diz û gendele

Gulan Media February 13, 2018 Nûçe
Hikûmeta Îraqê diz û gendele
Parlementareke Kuwaitî dibêje hikûmeta Îraqê diz û gendele.

Parlementareke Kuwaitî di çarçoveya kongreya avedan kirina Îraqê de gotarek pêşkêş kir û got: Hikûmeta Îraqê hikûmeteke nebaş, diz û gendele lewre nabe ti pereyek ji vê hikûmeta han re were dayîn.

Parlementera han yaku navê vê Sefa Haşime diyar kir ku Bexda û berpirsên Bexdayê wisa kirine ku hikûmeta Îraqê îflas bike û bikeve nave dizî û gendeliyê lewre lazime ev berpirsên han werin darizandin.

Haşimî herwiha tekez li ser vê yek kir ku heta niha ti hikûmeteke Îraqê nikariye weke pêwîst xizmetgozarî pêşkêşî xelkê Îraqê bike û jibo çî lazime ku 100 miliyar dola hevkariya hikûmeta Îraqê were kirin?

Top