Tillerson derbarê Efrînê daxuyaniyek da
Di kongreyeke rojnamevanî de li Kiwêtê Wezîrê derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ragehand ku, hevpeymaniya navnetewî %30 ji xaka Sûriyê kontirol kiriye, herwiha %98 ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin.
Tillerson da zanîn ku, operasyona Efrînê bandore li ser şerê dijî DAIŞê dike û ew mafê Tirkiyê bo parastina ewlehiya xwe têdigehin.
Rex Tillerson di berdewamiya axaftina xwe de got: "Washîngton ji bo li herêmên rizgarbûyî yên Sûriyê bikar bîne biryar da ku 200 milyon dolar alîkarî bike.
Basnews
