• Wednesday, 18 February 2026
logo

Rûsya: Bêyî Kurdan kirîza Sûrya çareser nabe

Gulan Media February 13, 2018 Nûçe
Rûsya: Bêyî Kurdan kirîza Sûrya çareser nabe
Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov di kongirekî rojnamevanî de ragihand, ku Kurd beşekî serekî ne li Sûrya û Rûsya berdewam e li ser piştevaniya wê ji beşdarîkirina Kurdan di kongirên aştiyê de.

Sergey Lavrov diyar kir ku Amerîka bi awyekî yekalî li Sûrya kar dike û gefê li yekîtiya wî welatî dike.

Hevdem li gel daxuyaniyn Lavrov, îro cîgirê wezîrê derve yê Rûsya Mikhail Bogdanov ragihand, Amerîka hestê cudabûnê ji Sûryê li cem hin aliyên Kurdî germ dike.

Li gorî ajansa Sputnik a Rûsî, Mikhail Bogdanov gotiye ku Amerîka ji bo berjewendiyên xwe dixwaze Sûryê dabeş bike û ji bo vê mebestê hin aliyên Kurdî li Sûryê han dide ku doza cudabûnê ji wî welatî bikin.

K24
Top