• Wednesday, 18 February 2026
logo

Pentagonê ji bo HSDê 550 milyon dolar terxan kir

Gulan Media February 12, 2018 Nûçe
Pentagonê ji bo HSDê 550 milyon dolar terxan kir
Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ji budçeya sala 2019an, 550 milyon dolar ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD/QSD) ku li Sûriyê li dijî DAIŞê bi wan re kar dike, terxan kir.

Pentagonê ji budçeya 2019an 550 milyon dolar ji bo HSDê veqetand.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon)ji budçeya xwe ya sala 2019an ji bo rahênan û biçekkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 550 milyon dolar terxan kir. Ji van 300 milyon dolar wê perwerdekirina HSDê be û 250 milyon dolar jî wê ji bo avakirina Hêza Parastina Sînor be.

Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê ku serkêşiya wê Amerîka dike HSDê weke hevalbendê xwe dibîne û heta niha bi hezaran tir çek û cebilxane ji bo HSDê hatine şandin. Tirkiye her çiqas li hemberê vê yekê aciziya xwe bîne ziman jî di budçeya 2019an de beşeke girîng ji bo HSDê hatiye veqetandin.

Basnews
Top