• Wednesday, 18 February 2026
logo

Nexweşxaneya Avrîn dosyaya şehîd û birîndaran pêşkêşî şandeya Başûr kir

Gulan Media February 12, 2018 Nûçe
Nexweşxaneya Avrîn dosyaya şehîd û birîndaran pêşkêşî şandeya Başûr kir
Şandeya Parlamenterên Başûrê Kurdistanê bi armanca şopandina rewşa birîndarên êrîşên artêşa Tirk serdana nexweşxaneya Avrîn kir.

Rêveberiya nexweşxaneyê dosyayek derbarê hejmara şehîdan û birîndaran radestî şandeyî kir.

Şandeya Parlamenterên Başûrê Kurdistanê ku şevê din gihaşt Efrînê, piştî daxuyaniya çapemeniyê û beşdarbûna merasîmê şehîdan, serdana nexweşxaneya Avrîn kir ku rewşa birîndarên êrîşên artêşa Tirk û çetetên wî ku hejmara wan derdora 480 birîndar in, bişopîne.

Rêveberiya nexweşxaneyê rewşa birîndaran û astengiyên ku ji ber kêmderfetan bi şandeyê ra naskirin.

Endamên şandeyê anî diyar kir ku gelê Başûrê Kurdistanê û Pertementoya herêmê berxwedana Efrînê silav dike û Efrînê bi keleha berxwedanê û sembola gelê Kurd û hemû gelên bindest bi nav kir.

Her wiha Rêveberiya Nexweşxaneya Avrîn dosyayeke derbarê hejmara şehîdan û birîndarên sivîl ên topbarana artêşa Tirk radestî endamên parlementoyê kir da ku ji aliyê xwe ve pêşkêşî rêxistinên peywendîdar û Neteweyên Yekbûyî bike.

Top